Ürün Açıklaması

Xençerek e,
Xençerek e çuyina  te
Xençereke safî zêr
Li ser singê  minî  birindar
Direqise  bênavber
Pişti  te her êvarTofanek  e,
Tofanek e çuyina te
Li min radibe
Bi her dan û dirdan
Ser û bin dike
Li min hemi hest û bestan
Agirek e,
Agirek e çuyina  te
Gur dibe û har dibe
Li nav dil û hinavên min, nemaze
Her cara ku
Ez dibinim
Yek xatir ji yeki dixwaze

Dawî.

Ürün Özellikleri