Ürün Açıklaması

    Ev pirtûka ku ji aliyê Mahsûm Nisêbînî ve hatiye nivîsandin, bi navê "Tîpên Alfabeya Kurdî û Helbestên Zarokan" ye. Ev berhem ji bo ku zarok bi awayekî hêsan û bi kêf, fêrî alfabeya kurdî bibin hatiye amadekirin.
    Pirtûk bi taybetî li ser van xalan disekine:
    Alfabeya Latînî Alfabeya kurdî ya latînî ku ji 31 tîpan pêk tê, bi hûrgulî tê nasandin.
    Helbestên alîkariya perwerdê dikin; Ji bo her tîpekê helbestek taybet hatiye nivîsandin ku zarok hem tîpan nas bikin û hem jî peyvên nû fêr bibin.
    Kultûr û Xweza;
    Di helbestan de behsa xalxalokan, çemê Firatê, çiyayê Herekolê û cejnên neteweyî mîna Newrozê tê kirin, ku ev yek girêdana zarokan bi çand û xwezaya wan re xurt dike.Ev pirtûk ji bo zarokan ne tenê amûreke fêrbûna alfabeyê ye, di heman demê de mîna baxçeyekî rengîn e ku bi helbest û mînakên jiyanî hatiye neqşandin...

    Alfaba kurdî xweş e
     
    Alfaba kurdî xweş e
    Gelek tîp lê direşe
    Reng û deng pirr balkêş in
    A-Tîpa serekêş e
     
    Sîh û yek tîpên neqşîn
    Bi xunav gul û rengîn
    Çavkanî û hebûn in
    Ew in li herk û şêrîn
     
    Bişt û sê tîp dengdar in
    Pirr bi wate bi bar in
    Di nava gotinan de
    Neqşên çandê û war in
     
    Heşt tîpên xwe dengdêr in
    Dengî bi coş didêr in
    E-I-U Denge kurt in
    Lê pirr bi xêr û bêr in
     
    Alfaba min û we ye
    Ew tovkê çanda me ye
    Xelkê me yê ser bilind
    Fêrbûn li benda me ye

    Ürün Özellikleri

    Cilt Durumu Ciltsiz